Wendabûn, herçiqas romaneke klasîk be jî, pirrhêl e; lewra bi hebandina şopên gotegot, fantazya, mîstîsîzîm û realîzmê,rêwîromaneke li ser xaçerêka di navbera klasîzm û modernîzmê de ye. Ş. Bekirê Soreklî, qereqterê xwe li hêlekaneke giyanîsuwar kiriye; geh dibe (me jî dibe) aîdiyeta welatekî bênavnîşan û geh dibe aîdiyeta dinyayeke bêsînor. Pireke giyanî û şiûrî dinavbera bê-welatî û bê-gerdûniyê de saz kiriye – me jî, ligel serekqereqterê xwe ji tenêtiyeke teng dibe li tenêtiyeke berfirehtirdiqesidîne. Wendabûn, rêwîtiyeke şiûrî ye; ne destpêk heye, ne dawî. Dergehê wê ji her rêwî re vekirî ye.Vê rêwîtiya giyanî, vê monologa tenêmayiyekî wendayî, vê şiûra kurmancî li benda rêwîxwendevanên xwe ye.Fermo daxilî vê “Araf”ê bibin!
Kitap Yorumları - (0 Yorum)