Li welatê me tiþtek nayê guhertin lê em dibin malbatekemezin, malbateke heteretopîk. Bi ev hejmarê kovara Heterotopîa1 salê xwe tije dike. Bi hêz û piþtgiriya we em hatin van rojan,hêvîdar im hîn gelek salan em pev re bibihurin.Bi ked û xebatên rojan dîsa me hejmareke heterotopîk hazirkir. Di ev hejmarê de bi gelemperî me cih dan çîrokan; ligel wan jîdi hejmara me ya yek salî de me bi nivîskar û helbestvanên pirnirxbilind re hevpeyvîn pêk anîn. Her hevpeyvîn ji alî bingehaentelektüel û edebî pir xurt û bi tehm in. Di beþa wergeran de jînivîskarên ji dunyê beþdarî kovara me bû ne-bi saya wergêrênxwedî qelemê xurt- Tolstoy, O'Bener, Yusuf Atilgan serê wandikiþînin.Wek her sê hejmarên din di hejmara 4'an de jî kovara me ji sêbeþan pêk tê û ji bo her beþê hevalekî me edîtoriyê dikin: beþaçîrokan di bin qontrola Rifat Yildiz de bû, beþa rexneyêAbdurrahman Aydogdu lê nihêrî û beþa wergeran jî bi kedaxebatkarên Weþanên Na'yê hate hazir kirin.Ez dîsa bangî edebiyathezan dikim: ev kovar kovara we ye jî ûem her tim li hêviya xebat û nivîsên we ne.Bixwînin bira mejiyê we bizê û peyvan biwelidîne.Li gel silavan.
Kitap Yorumları - (0 Yorum)