Kitêba ku Serokkomarê Mahabad Pêşewa Qadî Muhemmed girtibû destê xwe, bilind kiribû û gotibû, ’Ev e Qur’ana Kurdan’, ’Folklora Kurmanca’ di nav weşanên Avesta de derket. Kitêba ku ji 760 rûpelî pêk tê, ji aliyê Tosinê Reşîd ve hatiye amadekirin."Folklora Kurmanca" ku Heciyê Cindî û Emînê Evdal amade kiriye di sala 1936an de ji aliyê ‘Neşra Hukumeta Ermenistana Şêwrê’ li bajarê Yêrêvanê hatiye çapkirin. Wan herdu zanyaran jî dema Cenga Cîhanê ya Yekem, dê û bav, mirovên xwe winda kirine û li sêwîxanên ermeniyan mezin bûne. Li sêwîxanê bi nasnama xwe re, zimanê xwe jî ji bîr dikin. Piştî ji sêwîxanê derdikevin, vedigerîn nav gelê xwe, ji nû ve zimanê kurdî fêr dibin û dest bi xebatên kurdî dikin.Berhevok ji gelek varyantên destanên Kerr û Kulik, Mem û Zîn, Siyabend û Xecê, Memê û Eyşê, Zembîlfiroş, Leyl û Meclûm, Dewrêşê Evdî û Dimdim, bi sedan kilamen bengîtiyê, afirandinên gelêrî ji bo zarokan, kilamên govendê, hikyatên cimetê, kilamên Evdalê Zeynikê, afirandinên Feqiyê Teyran ku bi devkî di nav xelkê de dihatin gotin pêk tê.“Ev pirtûk di nava xebata folklorzaniyê ciyê xwe yî taybet digre. Çawa bi meznaya xwe ve, wisa jî bi serecema xwe ve ew heta niha dimîne wek xebateke tekane û bingehîn. Ev pirtûk bûye, ya ku Qazî Mehmedê nemir li Mehabadê girtibû destê xwe, bilind kiribû û gotibû: ‘Aha, ev e Qurana me.’Şekroyê Xudo Mihoyî
kürtlerin efsaneleşmiş hikayelerini farklı şekilleriyle anlatan mükemmel bir eser. okurken mutlu olacaksınız. tabi bunun için kürtçe okuyabilmeniz gerekmekte 🙂
zimanekî zefh zelal hatiye nivîsandin, ez xwendina wê gellekî keyfxweş bûm,zimane serhedê zelal zehf rind bikar aniye…lê mixabin pir cîh daye ker û kulik
Kitap Yorumları - (2 Yorum)