Herekol Azîzan (Celadet Alî Bedirxan) di nivîsek xwe de weha dibêje: “Ehmedê Xanî herwekî bi xwe gotiye, Mem û Zîn ji xwe re kirine behane û bi vê hêncetê kula dilê xwe bi der daye, derdê miletê xwe ê ker û lal bi ziman kiriye û ew axivandiye. Mem û Zîn ji bo Ehmedê Xanî remzên Kurdistanê, rêzikên welatê wî ne. Xanî dibîne ko ew rêzik winda dibin, kurdmanc bi zimanine din dixwînin û dinivîsinin, bi rêzikên miletên din ve diçin, belgên xwe ên nijadîn ji xwe tavêjin, dikevin rengê miletên din û bi vî awayî û bi rêva bindestiya wan dikin.” Di vê xebatê de me Mem û Zîna Hawarê û helbest û nivîsên din ên derbarê Ehmedê Xanî de anîn ba hev.
Kitap Yorumları - (1 Yorum)
Okurken aĝladıĝĩm ilk kitap galiba