Kitêba li ser xebat û jiyana rojnameger Şîfa Gerdî, bi navê “Şîfa Gerdî Çîroka Rojnamevaneke Wêrek” derket. Berhem ji aliyê hevkarên Gerdî, Tora Medyayî ya Rûdawê ve hatiye amadekirin û Besam Mistefa jî ji soranî wergerandiye kurmancî. Şîfa Gerdî sala 1987an wek gelek zarokên welatê xwe li Kampa Zêwe, kampa penaberan, Rojhilatê Kurdistanê hate dinyayê. Piştî xwendina medyayê li Rûdawê dest bi karê rojnamevanî kir. 2016an operasyonakontrolkirina Mûsilê dest pê kir. Ligel destpêkirina operasyonê, bi programeke rojane bi navê Focus Mûsil” derket ser ekrana Rûdawê. Li ser daxwaza xwe diçû Mûsilê û bi şevan çîrok û hevpeyvîn û dîmenên balkêş ên komkirî li Mûsilê nîşanî temaşevanan dida, wek pêşkêşkarekecîhanî derdiket. Ew li çîrokên mirovî digeriya. Rojekê behsaçarenivîsa keçên ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin dikir. Rojeke din çîroka kalemêr û pîrejin û zarokên wan ên reviyayî vedigot. Rojekê lihawarçûnên tendirustî û xorakî lêkolîn dikir. Rojekê jî temaşevan tûşî sûprîzê dikirin û bi kîvroşkeke birîndar re derdiket ser ekranê.Roja 25.02.2017an Şîfa Gerdî careke din çûbû Mûsilê da çîrokeke din ji programa xwe re bîne. Plana wê ew bû ku dotira rojê mêvanekî şareza bibe ser Çala Xesfeyê, ku Çala Mirinê bû û DAIŞê bi dehan însan tê dekuştibûn. Lê nikarîbû vê yekê bike, di dema kar de û di nava hizrîna li ser anîna çîrokeke cengê de, bi bombeyekê jiyana xwe ji dest da.Di vê berhemê de ligel bîranîn û nivîsar, teksten edebî û peyamên sersaxiyê, lêkolîna akademîk a Şîfa Gerdî a bi navê “Rûdaw çawahilbijartinan rûmal dike?” dike ku mirov vê rojnamevana wêrek û şareza ji nêz ve binase.
Kitap Yorumları - (0 Yorum)